Wek perwanakê tu nêzîk dibe .
Nêzîk nebe
Ez di zikê dûriyê de ‘ hiriya xewnekê dirêsim .
Şerqşerqa ardûyê ye
Xunavê te parastiye lewra gulên li te naşewitin .
Hunguvê te li çolekê diherike lewra tu ziwaye
Dûr here
hembêza min wêrane .
Ez xwe duxum .
Binere ‘ alaf bi balenda re ketine cirîdê
Binere ez çi gûrim
Û tu tiye
Te sare
Li paş keleman nalîna berfa mine .
Nêzîk nebe
çavên te berî te dişewitin .
Ez li nemanê me .
Wek kerrikê hejîra ’ ko ez şîn bim yan zer bim
Ez bê demûşim .
De sînga xwe veke ji bo ez bijîm
Û ariya min û te wek du miriyên Bûzî
Çavên ezman kil bikin .
12 - 2020
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق