(((((( VEGERR ))))))
Darên hewşê
gulên di taskan de
çivîkên taxê
Bêrîya te kirine
vegere
pişta xwe bide biyanîyê
li keştîya bêrîkirinê siwar bibe
li vê derê her tişt
wek xwe maye
bihna axê
lîstokên li sikakan
civatên li ber derîyan
bevçûna orhan û taro
li ser kornêş
seyranên li esfer necar
ahengên newrozan
şev bihêrkên li nav malan
hevaltiya rast
bihna nanê tenûrî
qinêber qîvarên çolê
qebqeba kew şînkan
di dema sibê
bihna buhiştê
ji delavên xabûr tê
De vegere.....de vegere .....!!!!
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق