أيقونة ميزوبوتاميا للآداب والفنون Icon Mesopotamia for Literature and Arts

******* أيقونة ميزوبوتاميا للآداب والفنون Icon Mesopotamia for Literature and Arts *******

الاثنين، 7 يونيو 2021

Dilan Şewki



Çi kesê ko bê welatin ‘ dişbin min
Çi kesê ko dûriyê hestiyê wan êşandiye ‘ dişbin min .
Çi kesê ko cihêbûnê pahniya nigê wan qelaştiye ‘ dişbin min .
Dema kes nedişbî min ‘ darê mêwa li dora min gelek bûn
Bayê buharê tilûrê bajêr tanîn hewşa me
Zarokê mey piçûk ji ber dengê wan tilûra di xew re ne diçûn
Û ez li bin siya evîneke zindî şiyar bûm .
Niha mêwe hene dar tunene
Evîn jî wek bavekî sitûr ‘ nahêle ez rokê bibînim .
Berê tilyên min wek doxa tevrekî kov ew kevn û tim gemaroşkî bûn
Niha tilyên min wek mûmê ne wek şîmmê ne
Wek baskê şahînekî birîndarin .
Ez talan bûme dayê .
Nenûkê min di avê de diqurufin .
Erê hîn kêfa min ji renga re tê
Erê ez ji bo gaziya evînê her sibeh porê xwe şeh dikim
Lê ez nizanim çend eynik di mala min de ne .
Roj û şev
Meh û sal di ser min re wek pêlan derbas dibin
Li vî welatî kes naşibe min
Ez li vir wek peqikê şewatê me ez tije avim
Hebûna min êşe
Rabûna min êşe .

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

مشاركة مميزة

الوجع ‏Diya Raman

سألت الدهر : متى ستمر سحابة الألم ؟ و متى ستمد يدك و تنقذني من الغرق من بحر الأوجاع ؟ أيها الليل كم أنت طويل !. مثل حقل شوك أمشي حافية في در...

المشاركات الاكثر قراءة