Şev helbesta minî dirêje
Şev xatûnek çîrokbêje
Şev şehrezade û mîrê şevê ezim
Di şevê de ez kişwerên xwe
Ji xewn û hêviya ava dikim
Şev bi bêdengiya xwe min dinimîne
Perr û bazikê wê çi hemneşîne
Ez şevê her şev
Bûkek ciwan himbêz dikim
Peyalek meya kevnare dinoşînim ....
Kî dibêjî : şev sîbola şerê ye ?
Ez lêbûrînê ji zara dixwazim
Şev dilovane ,mehrevan û hehrevîne
Keçek dilvîne
Lê her kes nizane keçkaniya wê bişkîne ....
Şevê ez te şaleke reş davêm ser milê xwe
Û rêka kadizka kembera newqa te ye
Li nav komka sêwiya
Dest davêjim kevan
Teraziya dadiyê li dar dixînim
Ez mîrîtiya xwe bi cî tînim ...
Û dildarê perwînê her ezim
Bi elendê re binkirasê te
Pir tenike ji xewnê min re
Ku ez laşê te peykerekî ji xunavê dipelînim ...
Gelawêj wê hingê mizgîniya hengorê
Ji min re tîne
Ku sipêde nîzîk dibe
Ez bi tîrêjên rokê xwe tavil dikim
Û deste gulên buhariya ji te re tînim .....

destê we xweş be her serkeftî bin di gel rêz 3u silavê min ....
ردحذف