أيقونة ميزوبوتاميا للآداب والفنون Icon Mesopotamia for Literature and Arts

******* أيقونة ميزوبوتاميا للآداب والفنون Icon Mesopotamia for Literature and Arts *******

الجمعة، 11 ديسمبر 2020

Xemgîn Remo -DİLOVANÎ - غمگين رمو /سوريا



DİLOVANÎ
Li ber hênik ba yê evîna te
Simbilê vîna min serridîn dilber ...
Buharek geş
Li demxweşê zozanan bû
Û tenik ba yê şevîniya
Xunavî li pel gul ê dilê min
Dibarand ....
Dilberê .. bi wî dilê xunav girtî
Û banga mêbûna te ya li çar kenara
Vedeng dida pezkoviya
Gupînî bi şalûrên dil diketin
Û ber bi keskesorê asoya hildifirîn ...
Belê dilber ... belê ....
Bi wê sergerdanî û mestiya xwe
Min diviya te himbêz kim
Û xwîna min diyariya wê rojê bû ...
Ji hingê cana heta niha
Çend sitêr li ezmanê me rijiyan ?
Çend birrên pezkoviya ji hev qetiyan ?
Çend refên şalûr û bilbila
Mişextî bûn biyaniyan ?
Lê ez û te ji hev nebûn bendewara min
Çendî ku dem li me bûriyan
Ji ber ku tu dilovanî
Her ezê bighêjim hêviyan ....

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

مشاركة مميزة

الوجع ‏Diya Raman

سألت الدهر : متى ستمر سحابة الألم ؟ و متى ستمد يدك و تنقذني من الغرق من بحر الأوجاع ؟ أيها الليل كم أنت طويل !. مثل حقل شوك أمشي حافية في در...

المشاركات الاكثر قراءة