HENAS
bi ser bestî derbasî
Henasê dil bibe
Eşqa Ku min Ji bo te
Xwedîkirbû bihin bike !!!
Bila tilîyên te yên pênûsî
Porê min ji xewê veniciqîne
Û hûrdemên dîdarîyan
Bi maçanre bilorîne. ..!!
Min Ji min bidize
Ber bi asoyekî dûr bişîne
Ta ku ez şermîya di çavên
Şevê de bişkînim
Bi azadî li deşta Evîna te
Vegevizim ....!!!!
De were em xwe Ji demê
Dûr bixin mîna du çivîkên
Terqîyayî bi Sîberên
Dînbûnê re bifirin
Di himbêza xewneke
Bê dawî rakevin....!!!!
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق