Dîlan Şewqî
Mêşa mala me zeft kir .
Nêrgiz bê destên diya min çilmisîn .
Gelî daran ‘
Gelî xanî û dîwaran ‘
Gelo hûn fêrî zimanê beqan bûn !
heyanî neh mehan ‘ kî meywê we çav dike
Kî dora we ji hêsrên we paqij dike ?
Balîfa min ya wek dilê min rengîn ‘
Hinek biyan pê xewnên min nêçîr dikin.
Kêfa dara zeytûna ‘
Di payiza dûriyê de ‘ tê xwarê
Ax bavo
Xeman dilê dijmina bi me xweş kir .
Roviya mîh û şemsî bi dest xistin.
Em man ber kêra dûriyê .
Nîvkuştî
Wek cawekî hilmiştî ‘ em êdî xwe nas nakin .
Ziman berçavkê meye.
Em û fîxana xwe man.
Em ji welat ketin .
Ta kevokên me rê naynin ser bênderên ko şewitîn .
Tajiyan her der lewitand
Dara tiwa ‘ ji pîça re xeftanê xwe datîne .
12 12 2020

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق