Kanî û rûbar dikin nalîne
Dilê reben her dem bi axîne
Dayka me firmêskan di barîne
qedera xayîn tim , û tim me dixapîne
Kulîlkên welatê min di perçiqîne
Girnijînan li ser lêvên wan di qurquçîne
Erê Ma qey ne bese Ey qederê ?
Gelo ma tu têr ne bû ?
Dev ji warê me berde û here jê biqere
Dûrî hêlîna evîna me bi keve
Destê xwe li ser serê çiyayên me hilîne
Da go berz û bilind bimîne
(Ezmûna min ya yekemîn )
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق