ومرارة الرحلة..
قريبا مع ترجمة عربية للنص و الجدير ذكره ان هذه القصة حصلت على الجائزة الأولى في مسابقة اتحاد الكتاب الكرد..
تقديرنا الكبير للكاتبة والمخرجة السينمائية فاطمة أحمد
" Koçberî"
FATMA AHMED*
Çiqasî çavên xwe digirt û vedikir lê tiștek ne didît , ji ber ku di cihekî pir tarî de ye , destê dayika xwe girt berneda jê re got: Dayê ҁima ji me re mûmekê vênaxînin
Ez ji tariyê di tirsim dayik wê ber xwe de kișand û jêre got : Netirse Jîna min serê xwe deyne ser ҁogên min , sibê emê bighên Elmanya apê te û xalê te li bendî me ne, li cem wan pir xweș e , tê bi lîzî , bi xwînî û tiștên tu jê hez dikî tê bixwe. emê pir lîstokan ji te re bikirin, baș.. . Jînê serê xwe danî ser ҁoga dayika xwe, lê ciyê canê ya biҁûk tune bû ji ber ku milet wekî gîha di ber hev de ҁandibûn di binê vê gemiyê de. jînê got: Dayê ezê bêriya hevalên xwe bikim wê hevalê min têkevin refa sisiyan û ezê têkevim kîjan refê li ciyê ku em hernê ? dayik hewil dida bersiva her pirsek wê bide jêre got :tu keҁeke jêhatiye tê zû bi zû fêrî zimanê Elmanî bibî wê te têxin refa tu dixwazî xema nexwe wê hertișt li gorî dilê te be. jînê serê xwe hilda û got dayê ka bavê min ҁima ne hatiye ? dayikê serê wê danî û jêre got : bavê te li jor mayî , zarok û jin tenê xistin e binê gemiyê , xort û zilam li jor bi cih kirin e heya em dakevin emê hev bi bînin. seetek qediya û her diҁû dengê ba radibû û pêlên avê bilin dibû, li derdora gemiyê dixist wê rast û ҁep di kir û baranek girs wekî keviran lê di da û her diçû kirasê tirsê xwe li dil û rihê her kesî di pêçand , îdî xêliya tirsê li bejna her kesî dabû . Dayik kurê xwe șivan yê yek salî û jînê ya heyșt salî xist himêza xwe û ban xweda kir û got : êy xwedayê jorîn tu me bi xêr bighîne ser axê ,ey rebê erșê ezman tu bi qedrê pêxemberê xwe ke tê lêv û devê ba û barana ser me de bi guhere ,êy xwedayê minî jorîn heger îro roja me ya dawî ye tu gunehê me bi bûrîne û dilovaniya xwe li me bike û herdû eşhedên xwe bi lêv kir û çavên wê şilbûn . Jînê xwe bi dayika xwe ișka girt û got :dayê min bernede û ezê jî bûka xwe sêvê bernadim. Dayika wê got: netirse keҁamin ma hîn sêvê bi tere ye ? jînê wê xist himêza xwe û ji dayika xwe re got : ev bûka mamoste ji min ra anî û got " kêm keҁ wektî te hene ,jîr ,zana û paqij bihna te wek ya șimamoka û çavên te bi tîrêjin " wextê ez yekemîn derketim, da min û got : jînê ev bûka te sêvê ye tiștê xwe jêr bêj lê hîn nizane bi axive, lê miqate be '' dayê dema ez di tirisim ez wê dixim himêza xwe de heya ez radizêm . pêlên avê her diҁû zêde dibû, dengê girîyê zarok, û jinan xwe davêtin rehma xwedê û bandikirin. lê Dayika jînê hew deng jê hat û hêsir biҁavên wê ketin û gilokên wê bi ser jînê bariya her di çû av bi ser nigê wê ket nas kir xelasî îdî nema, jînê bilind kir û ramûsek mezin dayê û jêre got min bi bûrîne min got qey ezê te xelaskim lê min gunehê te hilanî; niza qederê me anî ..! yan feqîrtî ..!yan șer..! yan tirsa me ji sibê? tu zanî Jînê tirsa minî mezin ku dîroka me dûbare bi be ji koştin û perîşanî ez gelekî tirsiyam min got ҁima emê di vê tirsê de bijîn emê koҁber bi bin û emê ji vê mirina bê deng birevin ' keniya ' û got kes ji qedera xwe nareve; Jînê guhdar di kir lê fêm ne dikir tenê zanîbû dayika wê xemgîn bû sêvê xist himêza xwe û jê re got ne tirse ez bi tere me û maҁek dayê . lê heyecan û qîrîn ket nav jin û zarokan deriyê mezin girtîye kes nikare derkeve her diҁû av bilin di bû û gemî giran di bû û bi bin avê diҁû dunya tarî ye kes kesî na bîne, bû wekî roja mehșerê" dê zarokên xwe avêt" û diketin û radibûn û pêl hev di kirin demekê kurt derbas bû derî vebû û giș bi hevre reviyan destê Jînê ji dayika wê qut bû heya xwe dît ser riwê gemiyê wê bi bûka xwe sêvê xort girtibû û hêdî hêdî gemiyê mêvanê xwe bi xwe re dibir û diҁû xwarê bin avê û yê zanîbûn bi avjenyê xwe avêtin . Dengek ji dûr bandikir qîr dikir û digot : jînê.. Jînê . Keҁa min ez bavê te me, were xwe bavê.. ezê te bigirim lê jînê deng ne diҁûyê tenê mabû li jor dinerî ser perҁak ji gemiyê hîn neҁûbû xwarê kenek biҁûk û kêf serê wê xwiya dikir. bav xwe nêzîk kir û bankirê Jînê keҁa min ka destê te were , ka tu li ҁi dinerî ? va ez li binîme min destê xwe dayî te ka bigire û ezê te xelaskim 

Jînê got : binre bavo hemî difirin bine bine paskê wan ҁêbûne, wa camin ҁû û șivan jî ҁû ban min dikin dibên ka were em herin.
Bav bankir Jîna min li wan ne nere û bi wan re nere were bi min re ezê te xelaskim . Jînê lê nerî û got bavo va yek navê wê Qederê ye silava li te dike û di bêje tê ji qederê bi ku de bireve qî tiștekî baș ber ҁavê te xwanê nekir, te xwe û gogên xwe yê zêrîn xistiye bazara mirinê . gelo te ev mirin ҁawa dî ?? bav matmayî dimîne û di beje rengê mirinê pirin lê mirin yeke .
bav Xwe nêz kir û got jêre bêje jîna min :min dixwest ez we ji mirinê xelaskim ji feqîrtiyê mal xirabê kiraseke ji hesine ne di rize û ne di qete .
Destê xwe di rêj kir û bankir were jînê himêza bavê xwe jînê li min binere . lê jînê destê xwe bi jor de hilda û got bavo Qederê ji min re di bêje were bi min re ezê hertiștî bi dim te were te bikim teyrek azad li herdrê tê bifirî meș em herin , pir zarokên bê guneh wek te hene ne tirse meș em herin
. Bav bankir: jînê jê bawer neke ez gelkî ji te haz dikim were ezê te xelaskim .Jînê lê nerî û got na ez nayêm heger te ji min hezkirba te min ne di xist vê gemiya pîs, nava vê ava pir, çiqas pir e, te jiyana min xist mîzana Qderê, min ji tere got bavo : ez ji dibistana xwe hez dikim ji hevalên xwe haz dikim ez nayêm. tu zanî bavo min ҁi dixwest ..?! tenê min ezmûnê xwe xelaskira û ya yekemîn ser refa xwe derketama , mamosta min ҁîrokek û pênosek daba min ev kêfa minî herî mezin bû û ez bihatama malê dayika min ramûsek daba min û te ji min re bûkek biҁûk bikirya , ji bo biba xweșka sêvê û ezê bi bama dayika wan. ev daxwziya min bû qey pir girna bû , li welat te nikarî bû pêk anîba .ez ji te xeydî me û bi te re nayêm ezê bi Qederê re herim ew ji zarokan pir hez dike .
na na jînê naaaa bav bandikir were… were ..bi soz ezê te vegerînim welat û tu ҁi di xwazî ezê pêk bînim .
jînê kêfkir û got ey qederê bavê min poșman bû ye û șașitiya xwe naskirye ; ka dayik û birayê min vegerîne û em vegerin mala xwe ,lê jînê xemgîn bû serê xwe daxist û li bavê xwe nerî û got : Qderê di bêje kê dem vegerandi ye..? yan qederê sekinandiye? heya tu bi sekinîne.
bav bankir û got : jînê ji qederê re bêje bila min jî bibe ezê tenê ҁi bikim.. li vê dunyê ?
lê pêlek avê mezin bilind bû û Jînê destê xwe bi jor de vekir û bûka xwe sêvê ji destê xwe bernede av ket orta jînê û bavê wê bûka wê tenê li dewsa jînê ma , bav ҁavê xwe vekir xwe tenê dît li welatekî xerîb . bi lez rabû serxwe li jînê û malbata xwe di geriya nav saxa.. nav miriya.. kes nedît bû mîna dîna xwe davêt her kesî û di got :di gemya mirinê de ez hatim welatê xerîbiyê , min ji wan kulmek ax xwestiye ; lê min got bila heb hebî be ne herî be ji xwînê , ji hêsirên dil șewityan, emê ji xwe re avakin welatekî wekî xewna eflatonê zemanekî , zilm û zor jê re nebe mêvan ,feqîrtî kirask ji hesin jê re ne be mêvan , pêncî partî jê re ne be mêvan, xayintî û birakûjî jêre ne be mêvan , em wenda bûn ser sînorê welatan yên gîhan û yên sawîrê mirinê wan dan hev bi xwe re bir.
bandikir wek serxweșa di giriya û di got gelî heval û dosta welatekî bidin me emê desta bighînin hev bav û zarok ji hev qutbûne tene kal û pîr di binê xaniyan de hiștinin û koҁber bûne bandikir û rûnișt berê xwe bi ezmana vekir û bankir …bankir … ey qederê te ҁima bersiva min nema dide bêje …de …ka bêje
zilamekî kal li rewşa wî nerî û pêr dil êşbû li kêleka wî rûnişt û destê xwe da ser piyê wî û li dûr dûr nerî jêre got ezê bersiva te bidim.. ev welat ne cihê xwen û xeyalên tey wendayî ye şiyarbe du mafên te li vir heye yek xwarna zikê te dido ciyê xewa te , ji bîrke ew dermer kulan e.

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق