أيقونة ميزوبوتاميا للآداب والفنون Icon Mesopotamia for Literature and Arts

******* أيقونة ميزوبوتاميا للآداب والفنون Icon Mesopotamia for Literature and Arts *******

الجمعة، 7 مايو 2021

(((((( BIHÊLE )))))) هوزان كركندي



(((((( BIHÊLE ))))))
hevala RA
bihêle ez dinêv daristana porê te de xewa xwe bişkînim! !!!
hevala RA
bihêle ez têkevim himbêza te
kirasê êşan ji xwe dînim li ber şemala bedewbûna te gulîyê evîna min û te bihûnim! !!!
hevala RA
bihêle ez li ser kişwara sînga te sza maçan
li darxînim bi lalbûna şevêre sema bikin !!!!
hevala RA
bihêle ez Ji kenê çavên te têr bibim
li bajarê dilê te bigerim kela eşqa xwe
di nêv hestên te de birjînim! !!!
hevala RA
bihêle ez te Ji Xweşikbûna rokê bidizim
te têxim guldana sibeha xwe te bikim
Kevalek şengwîn bi dîwarê evîna xwe
daliqînim! !!!!
hevala RA
dest ji her tiştî berde tenê were li ber siya
sebra min rûnê ayetên evîndariya xwe di
rûpelên dilêmin de bixwîne! !!!
hevala RA
min derbasî demsalên dêmên xwe bike
deriyê eşqê veke min di henasê giyanê
xw de bi cî bike !!!!
hevala RA
tu dizanî ji bona çi ji buharê hezdikim
ji ber bihna kezîyén te ji dilê wê di fûre! !!!!
hevala RA
bê te jiyan li min sare gerdûn xave
bê wateye bi te her tişt watedare! !!!
hevala R hevala R .....!!!!

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

مشاركة مميزة

الوجع ‏Diya Raman

سألت الدهر : متى ستمر سحابة الألم ؟ و متى ستمد يدك و تنقذني من الغرق من بحر الأوجاع ؟ أيها الليل كم أنت طويل !. مثل حقل شوك أمشي حافية في در...

المشاركات الاكثر قراءة